ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-23 09:00:09   * Polîtîkaya înkar îmhaya Kurdan ku bi peymana Lozanê dest pê kir 97 salin didome. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Çengîz Çîçek, diyar kir ku projeya Ocalan a "Tirkiyeya Demokratîk" îro jî di hedefa Lozanê de ye û wiha got: "Muwekilê min Ocalan çareseriyê ne di înkar û ne jî di isyanê de dibîne. Çareseriyê di Komara Demokratîk de dibîne."    *  Şehriban Çoban ku ji Girtîgeya Jinan a Şakranê hat berdan, bal kişand ser rewşa girtiya xwe nexweş Fatma Ozbay û ev tişt got: “Fatma 2 sal in bi nexweşiya pênçeşêrê ketiye û ji ber nexweşiyê pêsîreke wê jêkirine. Niha di hucreya yekkesî de dimîne û derman nadinê.”   * Gola Xanê ya li Qersê, ji 200 cûre çûkî re malovaniyê dike. Ji bo gundiyên gundê li cem golê dewlemendiya herî mezin, her sibehê şiyarbûna bi dengê 200 cureyên çûkan e.   * Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû, ji bo jiyandina kevneşopiya dengbêjiyê li Wanê dîwanxane vekir. Seyranoglû, li dîwanxaneyê dengbêjiyê hînî nifşa nû dike û bang li ciwanan kir ku bên dîwanxaneya wî.   * T.E. ku li Wanê dijî, destpêkê ji ber kirîna 120 pakêt xwarina pitikan, bi angaşta “ji rêxistinê re peydakirina amûrên tibî” hat binçavkirin. Piştre lêpirsîna ku vê derbarê de lê hat vekirin, bêyî ku bibe doz hat girtin. Hat hînbûn ku piştî 4 salan bi heman hincetî T.E. ji karmendiyê hat îxrackirin.    * Jinên li Stenbolê ku me têkildarî Peymana Îstanbul mîkrofon dirêjî wan kirin, bertekên xwe li dijî niqaşa betalkirinê anîn ziman û xwestin peyman neyê betalkirin. Jinan li dijberî betalkirinê xwestin peymanê bê kêmasî têxin meriyetê.    * Jinên ku Peymana Stenbolê ji bo xwe û zarokan weke “canxelas” dibinînin û li dijî derketina desthilata AKP’ê ya ji peymanê dertên, peyama berdewama têkoşîna ji bo jiyan û mafê xwe dan.   * Porspiyên ku di nav “101 Porspiyan” de cih girtibûn û diyar kirin ku bersivên erênî digirin û gotin ku ji bo muxalefet di çareserkirina pirgirêkan de kêm dimîne, divê hêzên demokrasiyê bên gel hev.    *  Li navçeya Beyoglû, welatiyê bi navê Serdar Tûrgût ku li ser wesayîta seyyar kofte difirot, ji aliyê polis û notirvanan ve hat derpkirin. Ev derpkirin ket qamerayan.    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, wê li avahiya navenda giştî ya partiya xwe civîna çepemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Rêxistinên ciwanan ên li Enqerê, wê têkildarî êrîşên polîsan ên li dijî bîranîna Pirsûsê, li Navenda Giştî ya ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Komîsyona Edaletê ya Meclîsê, dê pêşnûmeya qanûna derbarê medya civakî de, bigire dest. (16.00)