Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin 2020-07-22 16:21:32   AMED – Li Amedê, jina 34 salî Mucella Demîr li mala xwe bi çekê birîndarkirî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer Demîr rakirin nexweşxanê.   Li Taxa Yûnûs Emre ya navçeya Rezan a Amedê, ji mala jina 34 salî Mucella Demîr dengê çekan hat. Welatiyên derdorê li ser dengê çekê agahî dan polîsan. Ekîbên polîsan ên hatin cihê bûyerê ketin malê û dîtin ku Demîr birîndar bûye. Polîsên ku li malê mêze kirin, tespît kirin ku kes li malê tuneye.    Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê Demîr bi ambûlansê rakirin nexweşxanê. Dûre polîsan di mala Demîr lêkolîna xwe dewam kirin û dest bi xebatên ronîkirina bûyerê kirin.