Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin 2020-07-22 15:58:43   MÊRDÎN - Danişîna doza darizandina bav û 3 xizmên jina ciwan a 17 salî Ayşe Çeçen a malbata wê di sala 2013’an de ixbara “windabûna” wê kiribû û piştî 6 salan cenazeyê wê li bajarê Qamişlo hatibû dîtin, hat lidarxistin.   Li navçeya Qoser a Mêrdînê, malbata Ayşe Çeçen a 17 salî di sala 2013’an de ixbara “windabûna” wê kiribûn û piştî 6 salan di sala 2019’an de cenazeyê wê li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê ekîbên asayîşê yên girêdayî Rêveberiya Xweser ve hatibû dîtin.Têkildarî mirina Ayşe Çeçen bav û 3 xizmên wê hatibûn girtin. Yekemîna danişîna doza darizandina 4 kesan îro hat lidarxistin. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Bavê Ayşe Çeçen Mehmet Farûk Çeçen, apên wê Îdrîs û Îsmaîl Çeçen ji girtîgehê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.    Parêzerên bersûcên girtî û yên ne girtî, parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî tevlî danişînê bûn.    Balkêş bû ku ji parêzerên Komîsyona Jinan a Baroya Mêrdînê kes beşdarî danişînê nebûn û ji bo beşdarî danişînê bibin jî, serlêdan nekiribûn.    Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir û ji bersûcan Îdrîs Çeçen parastina xwe kir. Çeçen, diyar kir ku bêbextî li wî hatiye kirin û wiha îdîa kir: “Min bihîst ku biraziya min Ayşe ji aliyê kesekê Sûriyeyî ve hatiye revandin. Tu eleqaya min bi vê bûyerê re tuneye.”   HEVJÎNA XWE SÛCDAR KIR    Bavê Ayşe Çeçen Mehmet Farûk Çeçen jî di parastina kir de wiha got: “Piştî ku min bihîst têkiliya wê bi çawîşek pispor re heye, ez û Ayşe re çûm Iraqê. Dûre em ji Iraqê vegeriyan. Piştre jî Ayşe winda bû. Li ser vê yekê ez çûn qereolê û serlêdana windabûna kir. Min difikirî ku Ayşe hîna jî dijî.” Çeçen di dawiya parastina xwe hevjîna xwe sûcdar kir.   Piştî parastinên bersûcan parêzer hatin guhdarkirin. Parêzerên bersûcan di parastina kirin de dayika Ayşe Çeçen bi sûcdariyên zayendperest ên giran tewambar kirin.    Dadgehê dûre biryar da ku girtina bersûcan dewam bike û danişîn taloqî 25’ê Îlonê kir.