Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê 2020-07-22 12:06:45   AMED - Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ji peywirê hat girtin, qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û duh hatibû binçavkrin li Miduriyeta Ewlekariya Amedê tê girtin    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ji aliyê Wezareta Karê Hûndir ve ji peywirê hatibû girtin, qeyûm tayînê cihê wî hatibû kirin û duh hat binçavkirin, anîn Amedê. Demîr ê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya  Komarê ya Amedê li dijî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi rêve bir de hat binçavkirin, li Miduriyeta Ewlekariya Amedê tê girtin. Li bendeyê ku miduriyeta ewlekariyê îfadeya Demî bigire  û sewqî edliyê bike.    LÊPIRSÎNA KCD’Ê   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî KCD’ê bi rêve bir de, di 26’ê Hezîranê de, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan jî di nav de, bi giştî 64 kes hatibûn binçavkirin. Li Amed, Stenbol, Îzmîr, Êlih, Edenê û Rihayê polîsan di operasyona bi rêve birin de bi ser gelek mal û kargehan de girtibûn û 45 kes binçav kiribûn. Ji 45 kesên sewqî edliyê hatibûn kirin 23 jê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û 22 jî bi şertê konrola edlî hatibûn berdan.