Ûmût Bûlût spartin axê 2020-07-22 11:45:06   ÊLIH - Ûmût Bûlût ê ji Berxwedana Gezî bigirin heya çalakiyên Dayikên Şemiyê beşdarî gelek çalakiyan bû û bi rihê xwe yê şoreşger, piştevan û demokratîk dihat heskirin, spartin axê.   Ûmût Bûlût, ê ji Berxwedana Gezî bigirin heya çalakiyên Dayikê Şemiyê beşdarî gelek çalakiyan bû û piştgiriyek mezin da têkoşîna azadiya gelê kurd û bi rihê xwe yê şoreşger, piştevan û demokrastîk dihat naskirin  duh jiyana xwe ji dest da.    Heskiriyên Bûlût ên li ser banga Platforma Şehît û Gaziyên Gezî lihev kom bûn, soza dewamkirina têkoşîna wî dan. Malbat û rêhevalên Bûlût, cenazeyê wî piştî merasime li Goristana Ferîkoy a Stenbolê sparstin axê.