Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin 2020-07-21 21:35:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê ragihand ku îro 18 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 928 kes jî bi koronayê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên îro yên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bi raya giştî re parve kir. Koca diyar kir ku îro 18 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 928 pêketiyên koronayê hatine tespîtkirin. Bi daneyên îro re bi giştî 5 hezar û 526 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara pêketiyên koronayê derketiye 221 hezar û 500 kesî.