Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin 2020-07-21 18:00:48   AMED – Daxwaza ji bo berdana Eylem Oyûnlû ya bu du pidikên xwe re hatibû girtin hat redkirin.    Li navçeya Licê ya Amedê Eylem Oyûnlû bi du pidikên xwe re di 19’ê hezîranê de bi îdîaya “alîkariya rêxistinê kiriye” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Parêzerê Oyûnlû, Yûsûf Çakas ji bo miwekîla wÎ û du zarokên wê werin berdan ji dadgehê xwest danişîna lêkolîna girtinê were kirin û danişîn pêk were. Li ser vê yekê danişîn bi rêya dîmen (SEGBÎS) pêk hat û Oyûnlû beşdar bû. Daxwaza berdana Oyûnlû ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û dadger xwest Oyûnlû girtî were darizandin.