Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin 2020-07-21 16:53:00   WAN - Li Wanê, qedexeya çalakiyan a 2 hezar û 35 rojin dewam dike, heya 5'ê Tebaxê hat dirêjkirin.    Walîtiya Wanê, biryara xwe ya qedexeya çalakiyan a ji 21'ê Mijdara 2016'an ve dewam dike, carek din dirêj kir. Li Wanê qedexeya çalakiyan a 2 hezar û 35 rojin didome, 15 rojên din hat dirêjkirin û heya 5'ê Tebaxê wê dewam bike.