Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin 2020-07-21 15:27:38 STENBOL -  Dema binçavkirina 48 kesên di bîranîna qurbaniyên Pirsûsê de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin. Derket holê ku îşkence li kesên dibin çavande tên girtin, hatiye kirin.    Ji 54 kesên ku li Kadikoya Stenbolê di dema bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin, 4 jê parêzer û 2 zarok doh êvarê hatin berdan. Têkildarî 48 kesên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên girtin jî, dozgeriyê 24 saetan dema binçavkirina wan dirêj kir.    LI HUNDIRÊ WESAYITA POLÎSAN ÎŞKENCE LI WAN KIRIN   Hevserokê Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yê Stenbolê parêzer Ferat Bogatekîn ê ku bi muwekîlên xwe re dît kir, diyar kir ku li ser bedena wan şopên lêdanê hebûn û 4 saetan dest wan ji paş ve kelepçekirî di wesayitê de hate rawestandin.