AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir 2020-07-21 14:50:01 ENQERE – AKP’ê pêşniyazqanûna xwe ya derbarê sererastkirinên medya civakî de pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir. Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, diyar kir ku dê sererastkirina ku derfeta lêpirsîn û şopandinê bide, bikin.    Desthilata AKP’ê, piştî derbaskirina qanûna “pir baro” ku ji meclisê derbas kir, pêşniyazqanûna xwe ya derbarê sererastkirinên medya civakî de pêşkêşî Serokatiya Meclisê kir.   Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku pêşniyazqanûnê pêşkêşî Serokatiya Meclisê kirine, Zengîn, diyar kir ku dê sererastkirina ku derfeta lêpirsîn û şopandinê bide, bikin.