Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’ 2020-07-21 14:35:29 AMED – Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiyê de dê sibê starta kampanya “Tev bi hev re bikeve tevgerê” bide. Hevberdevka Meclisa Ciwanan Sevîm Akdag, derbarê kampanyayê de ev tişt got: “Êdî li şûna daxwazê, em ê jî înşa bikin. Em bang dikin ku ciwan li qad û kuçeyê gotina xwe bibêjin.” Meclisa Ciwanan a HDP’ê, di çarçoveya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiyê de kampanya “Tev bi hev re bikeve tevgerê” dide destpêkirin. Sibê, li Parqa Maçka ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê, bi beşdariya hevserokên giştî yên partiyê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar starta kampanyayê bê dayîn û heta 1’ê îlonê berdewam bike.    Meclisa Ciwanan, bi kampanyayê heta 1’ê Îlonê bi rojeva tacîz û tecawiz, talana ekolojiyê, bêkarî, pergala perwerdeyê û tecrîdê gelek çalakî û hevdîtinan pêk bîne.    WÊ CIWAN BÊN GEL HEV   Piştî startê heta 26’ê tîrmehê li gelek bajaran bi ciwanan re hevdîtin bên kirin, pirsgirêkên wan bên guhdarkirin û derbarê çareseriya pirsgirêkên wan de xebat bên meşandin. Di navbera 26 û 10’ê tebaxê de jî di çarçoveya kampanyayê de seryran, geşt û tûrên bisqiletê bên lidarxistin.    Dê meclis, di navbera 10-30’ê tebaxê de jî xebatên atolyeyê bên sazkirin. Di vê çarçoveyê de wê rihê ciwanan, istismara zarokan, tacîz û tecawiz, pergala alternatif a perwerdeyê û pirsgirêkên kedkaran bên nîqaşkirin.    TECRÎT   Di çarçoveya kampanyayê de dê derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên ku li girtîgehan li ser girtiyan zêde bûne jî xebat bên kirin û ciwan li dijî tecrîdê plana têkoşînê çêbikin.    Her wiha di çarçoveya kampanyayê de Meclisa Ciwanan dest bi xebatên xwe yên akademiya siyasete jî dike.    MEŞA 1’Ê ÎLONÊ   Meclisa Ciwanan, dê bi hemê rêxistinên ciwanan re li Amed û Stenbolê bi meşen dirêj tevlî mitîngên 1’ê Îlonê bibe.    CIWAN DEST BI ÎNŞAYÊ DIKIN   Hevberdevka Meclisa Ciwanan Sevîm Akdag, derbarê kampanyaya ku bidin destpêkirin de axivî. Akdag, diyar kir ku êdî li şûna daxwazê wê jî înşa bikin û bang li hemû ciwan kir ku li qad û kuçeyê gotina xwe bibêjin.    MA / Ozgur Paksoy