Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn 2020-07-21 12:44:46   ŞIRNEX- Li Çiyayê Gabarê şewata ku ji aliyê leşkeran ve hat pêxistin, welatiyan bi derfetên xwe vemirandin. Hat ragihandin ku ji ber şewatê bi hezaran dar û devî şewitin.    Li çoltera navçeya Basa ya Şirnexê ligel destpêkirina operasyona leşkerî  li herêmê  Kereşa, Zivi, Çiyayê Zîrongok, herêma Berzah, Gasor û herêma Hezaran ji duh ve dişewite. Şewata ku duh şev rû da, heya saetên serê sibê belavî daristanên di navbera navçeya Basa û bajaroka Findikê bû. Balkêşe ku rayedar bi tu awayî mudaxileyî şewatê nakin. Çavkaniyên herêmê ragihandin ku ji duh ve şewat bênavber didome û gotin, ji ber şewatê heya niha bi dehan dar û daristan şewitin.    Şewata ku ji navenda bajar bi awayekî baş tê dîtin, balkêşe ku ji hêla rayedaran ve  bi tu awayî  mudaxele nayê kirin.   Hat zanîn ku welatiyên ku li gundên derdora herêmê dijîn, ji vê sibehê ve bi derfetên  xwe ve mudexeleyî şewatê dikin.    Hat diyarkirin ku her sal, li heman herêmê  ji hêla leşkeran ve şewat  tê derxistin û ev şewat zirarek mezin dide xezaya herêmê.