Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir 2020-07-21 11:35:32   AGIRÎ - Danişîna doza darizandina rojnameger Azîz Orûç û 2 jê girtî 5 kesan dest pê kir. Olûç û kesên girtî bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Destûr nehat dayîn ku rojnameger danişînê bişopînin.   Danişîna doza rojnameger Azîz Orûç ê ku di 11'ê Kanûna 2019'an de li Bazîda Agiriyê hat binçavkirin û girtin, Mûhammet Îkram Muftuoglû û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ên ji ber alîkarî dan Orûç hatin girtin û rojnameger Dîcle Muftuoglû, Turgay Îlboga û Yucel Îlham li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê dest pê kir.    Nûnerên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Komeleya Lêkolînên Medya û Lêkolînê (MLSA) û gelek rojnamegerên xwestin danişînê bibin hatin Agiriyê.    Rojnameger Azîz Orûç, Mûhmmet Îkram Muftuoglu û Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ên girtî ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn. Kesên ne girtî tên darizandin û parêzerên wan di salona danişînê de amade bûn.    Rojnamegerên xwest ku dozê bişopînin, bi hinceta pandemiyê destûr nehat dayîn ku bikevin salona danişînê.   Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dest pê kir.