Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand 2020-07-21 11:34:51   ENQERE – Cezayê “reşkirina ekranê” ku ji aliyê RTUK’ê ve li Tele 1’ê hatibû birîn, ji aliyê deadgehê ve hat rawestandin.    Cezayê 5 roj “reşkirina ekranê” ku Lîjneya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK), li Tele 1’ê birîbû, hat rawestandin. Endamên RTUK’ê yên CHP’î Îlhan Taşçi û Kona Konûralp, biryara RTUK’ê biribûn 4’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê û dadgehê bi yek dengî biryara “reşkirina ekranê” da rawestandin.    Heke biryar nehatine rawestandin dê di 22’ê tîrmehê de ekranên Tele 1’ê bihatina reşkirin.