Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît 2020-07-21 10:55:30 MÊRDÎN - 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê, serlêdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wîkirin û ew ji peyvirê girtin, doza ku ji bo betalkirina qeyûm li dadgehê vekiribû, red kir. Dadgehê tayînkirina qeyûmê li gorî berjewendî û fêdeya civakê dît.    Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû kiribû. Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji peyvirê girtibû. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê doz vekiribû. 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê têkildarî dozê biryar da. Dadgehê biryara redda dozê da. Heyeta dadgehê di hinceta biryarê de diyar kir ku têkildarî parastina Ahmet Turk a 'Di dema peyvirê de tu hêmanên sûc û lêpirsîn nehatiye dîtin û dûrxistina peyvirê li dijî zagonê ye' parast ku îdeayên der barê Turk de girêdayî peyvirê ne.    Dadgehê di hinceta biryarê de cih da îdeaya “Wezaret, li gorî asta rastiya gilî û îxbara gihiştiye ber destê wê û taybetiya sûcê tê îdeakirin, neyiniyên ku hewce dibîne ji peyvirê bigire, aşkere tê diyar kirin ku di çawaniya ku hiqûq qebûl bike de ye û di çawaniya ku ji bo tedbîrên demî ji peyvirê bê dûrxistin erka dewleta hiqûqê ye."    Dadgehê parast ku erka wezareta Karên hundir ku qeyûm tayîn bike heye û tayînkirina qeyûm spart axaftinên Turk ên beriya hilbijartinê. Dadgehê dozên der barê Ahmet Turk ên beriya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an yek bi yek rêz kir û diyar kir ku lêkolîna Wezareta Karên Hundir piştî hilbijartinê jî berdewam kiriye.    QEYÛM LI GORÎ FEDEYA CIVAKÊ DÎT   Heyetê îdea kir ku dema piştî darizandinê Turk, dadgeh biryara ceza bide dê peyvira wî betal bibe, û ji ber vê yekê, lêpirsîn têkildarî peyvirê ne. Dadgehê parast ku lêpirsîn têkildarî peyvira Turk in, dema derd barê hilbijêran de lêpirsîn bê destpêkirin, ji bo tedbîra demî Wezareta Karên Hundir dikare hilbijêr ji peyvirê dûr bixe. Di vê mijarê de îdareya navendî xwedî erke ku li ser îdareyên herêmî rêveberiyê bike. Dema çawaniya lêpirsîna ceza li ber çavan tê girtin, ji bo selameta lêpirsînê, dûrxistina ji peyvirê ya dozdar li gorî berjewendiya civakê û cemaweriyê ye û ne li dijî mevzuat û hiqûqê ye."    'SÛCDARÎ LI DIJÎ PEYVIRÊ YE'    Ji parêzerê Ahmet Turk Erdal Kuzu jî anî ziman ku li dijî biryara Dadgeha Îdarî dê li Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz bikin û wiha got: "Ev biryarek skandal e. Bi vê biryarê mafê “karineya masumiyetê' binpê kirine. Sucdariya der barê muwekilê me li dervê erk û peyvira wî ya şaredariyê ye. bi vê yekê dadgehê karîneya masumiyetê xistiye bin lingan. Biryar siyasî ye û ne hiqûqî ye."    MA / Ahmet Kanbal