42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan 2020-07-21 09:40:54 ENQERE – 42 kesên duh polîsan di bîranîna 33 kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin de binçav kiribûn, hatin berdan. Hat zanîn ku ji kovara Karala, Şamîl Parlak di bin çavan de polîsan îşkence lê kir û ruyê wî felç bû.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê xwest ji bo salvegera 5'emîn a Komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên sosyalîst têde jiyana xwe ji dest dabûn li Enqereyê bernameyek bîranînê li dar bixe. Polîsan duh mudaxileyî bernameyê kiribû 42 kes binçav kiribûn. Kesên duh hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. Kesên hatin binçavkirin di saetên şevê de piştî kontrola li Nexweşxaneya Dewletê ya Ya Rêyên Bejayî ya Gazi Mustafa Kemal hatin berdan. Di mudaxaleya polîsan de ji Kovara Karala, Şamil Parlak ji ber lêdana polîsan ruyê wî felç bû.   Kesên hatin binçavkirin û hatin berdan wiha ne: "Yalin Pala, Doguş Ozdemir, Eylem Ezgî Şahîn, Tugay Kiliç, Zeynep Çîzer, Ecem Polat, Selîm Dogan Kaç, Mustafa, Îrem Naz Çelîk, Zeynep Kurt, Tankut Serttaş, Denîz Kalpan, Devîn Açikellî, Deniz Boran Erbudak, Guney Akgun, Zeynep Tan, Nîsan Gurbuz, Devrim Taylan Eryilmaz, Safa Bayraktar, Dîlek Uçkaç, Denîz Akbiyik, Yucel Yavuz, Helîn Ballî, Bayram Yîgît Dogan, Zeynep Ulger, Mahmut Demîr, Firat Kaya, Şamîl Parlak, Yîgît Dogan, Yunus Dag, Guney Akgun, Zeynep Tan, Yalin Pala, Doguş Ozdemir, Mustafa Yaşatir, Taylan Ozgur Koç, Huseyin Gurbuz, Doguş Ozdemir, Sedat Polat, Denîz Akbiyik, Fatma Kiliçaslan û Okan Danaci."