Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2020-07-20 20:48:20    NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku îro ji ber koronayê 17 kesan jiyana xwe ji dest daye.      Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên mirî û pêketiyan ên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên îro parve kir û ragihand ku îro 17 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 931 pêketiyên koronayê hatine tespîtkirin.