Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin 2020-07-20 19:50:09   ENQERE/STENBOL - Li Enqere û Stenbolê polîsan mudaxileyî bîranîna qûrbaniyên Komkujiya Pirsûsê kir û gelek kesan binçav kir.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê xwest ji bo salvegera 5'emîn a Komkujiya Pirsûsê ku 33 qûrbaniyan têde jiyana xwe ji dest dabûn li Enqereyê bernameyek bîranînê li dar bixe. Polîsan bîranînê dorpêç kir û destûr neda bernameyê û girtina dîmen û wêneyan a rojnamevan û welatiyan jî asteng kir. Polîsan ji nişkeve mudaxileyî bernameyê kir û gelek kesan binçav kir. Polîsan pankart û wêneyên qûrbaniyan jî qelaşt û desteser kir. Her wiha polîsan di vê kêliyê de gefa binçavkirinê li rojnamevanan xwar. Di mudaxileyê de hat diyarkirin ku bi dehan kes hatin binçavkirin û Kuçeya Konûr û avahiya Rêxistina ESP'ê ya Enqereyê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.    STENBOL    Rêxistinên Ciwanan li Stenbolê jî qûrbaniyên Komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn. Ciwanan ewilî li Halîtaxaya Kadikoya Stenbolê çalakiya bîranînê li dar xist û qûrbanî bibîr anîn. Ciwan pişt re jî çûn ber Operaya Sureyya ya Kadikoyê û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan bi gaza îsotê û guleyên plastîk mudaxileyî ciwanan kir û herî kêm sê kes hatin binçavkirin.