Li Çiyayê Cûdî şewat derket 2020-07-20 19:30:11       ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi sedemek nediyar şewat derket.  Li Çiyayê Cûdî yê li dehma devera bajaroka Gundigê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê bi sedemeke nediyar şewat derket.   Şewata ku sedemê wê nayê zanîn, nayê vemirandin. Şewata derket li navenda Şirnexê jî tê dîtin û heta niha mudaxileyî şewatê nehatiye kirin.   Her wiha çend roj berê jî li devera dikeve navbera Silopiya û Çiyayê Cûdî de jî şewatekî mezin derketibû. Şewata ji ber bomberdûmana leşkerî derketibû ji aliyê gundiyan ve hatibû vemirandin.