3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-07-20 16:28:12 MÊRSÎN - Bişar Bîlen ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê dimîne, bi malbata xwe re parve kir ku bi 2 hevalên xwe re li dijî "Hejmara li ser piyan" dest bi greva birçîbûnê kirin e.   Bişar Bîlen ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê dimîne ,  bi rêya telefonê li gel bavê xwe Çeto Bîlen axivî û diyar kir ku li dijî hejmartina li ser piyan a li ser wan tê sepandin li gel Mehemt Fatîh Bîngol û Umît Temûr ji 17’ê Tîrmehê ve ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.   Bav Bîlen anî ziman ku kurê wî yê 12 sal in li girtîgehê ye gardiyanan êrîşî wan kiriye.   GARDIYANAN GEF LI WAN XWARIN   Bav Bîlen diyar kir ku berê jî kurê wî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê li dijî hejmartina li ser piyan ketibû grevê û 21’ê Sibatê şandin Girtîgeha Aksarayê. Bav Bîlen destnîşan kir ku dema di hevdîtinê de dît ku destê kurê wî bi paçê birînan hatiye pêçan û diyar kir ku kurê wî ev gotiye: “Dema em anîn vir li me dan. Gardiyanan êrîşî me kirin û niha li hucreya yek kesî me.”   Bîlen anî ziman ku kurê wî ji ber pêkanînên kêfî li hucreya yek kesî tê ragirtin û wiha pêde çû: “Kurê min berî bi 15 rojan li qawîşekî 6 kesî diman. Di hevdîtina me ya roja Înê de diyar kir ku gardiyana ji bo wan gotiye; ‘rabin ser piyan’ hejmartina li ser piyan li ser wan sepandiye. Bişar li dijî vê derketiye û ji ber vê ketiye greva birçîbûnê. Piştî ku daxwaznameya ketina greva birçîbûnê dan rêveberiya girtîgehê û şûnde gardiyan avêtine ser qawîşê û li gel wî êrîşî du hevalên wî jî kirine, piştre jî avêtine hucreyên yek kesî. Ji bo kurê min gotine ku; ‘An hûnê bi daxwaza me bikin an jî em ê vê yekê li ser we bikin.”   Bav Bîlen bang li parêzvanên mafê mirovan kir ku divê her kes xwedî li van ciwanan derbikevin.