‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’ 2020-07-20 15:26:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên derbarê mexdûriyetên karkeran ên di dema OHAL’ê de ji kar hatin avêtin de, hat diyar kirin ku Komîsyona OHAL’ê bêalî tevnagere û sûc dike.    Platforma Şaxên Konderasyona Sendîkayên Kedkarên Çewarî (KESK), Platforma Şaxên KESK’ê ya Êlihê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, derbarê mexdûriyetên karkeran ên di dema OHAL’ê ji kar hatin avêtin dijîn de, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyên li sê bajarên cuda hatin dayîn de wiha hat gotin: “Komîsyona OHAL’ê xwe di ser Qanûna Bingehîn û qanûn re dibîne. Ev komîsyon ne serbixwe ye. Ev komîsyon ne serbixwe û bêalî dixebite. Bi zanebûn karker tên mexdûrkirin û li gorî polîtîkayên desthilatdariyê biryar tên dayîn. Komîsyona OHAL’ê bêalî tevnagere û sûc dike. Divê ev komîsyon bê fesxkirin.”