‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn 2020-07-20 14:16:27 STENBOL – “Rêwiyên Xeyalan” ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di salvegera 5’emîn de daxwaza edaletê careke din hat kirin.    Çalakiyê bîranînê yên ji bo 33 rêwiyên xeyalan ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn, tên lidarxistin, didomin. Di bîranînên ku bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) tên lidarxistin de l gelek bajaran goristanên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin ziyaretkirin.    Li Stenbolê gelek endamên rêxistinên ciwanan û parlamenterên HDP û CHP’ê tevlî bîranînan bûn. Di axaftinên ku di bîranînan de hatin kirin de hat destnîşankirin ku berpirsyarê komkujiyê Desthilata AKP’ê ye û dê pêşiya dozê neyê berdan û hesabê komkujiyê bipirsin.     Piştî bîranînê li ser goristanan, li Mala Cemê ya Gaziyê loqme hat belavkirin. Li vir jî qurbaniyên komkujiyê bi diayan hatin bibîranîn.    AMED    Li Amedê jî qurbaniyên komkujiyê Veysel Ozdemîr û Nazli Akyurek li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbat, nûnerên Rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) a Bajar a Amedê, SGDF, Rêxisina HDP’ê ya Bajar a Amedê, Rêxistina Partiya Komunistan a Kurdistanê (KKP) ya Bajar a Amedê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Di bîranîne de pankarta ku wêneyên qurbaniyan li ser bû hat vekirin. Gelek maşîneyên zirxî û polis hatin her du goristanan û ewlehî girtin.    Li ser goristanê malbat û nûnerên partiyên siyasî axaftin kirin û bale kişandin ser ronînekirina komkujiyê. Piştî axaftinan, ji ber ku Veysel Ozdemîr di roja ku hat qetilkirin de ji dayik bûbû, ji aliyê beşdaran ve bi pasta rojbûna  wî hat pîrozkirin.    WAN   Li Wanê jî qurbaniyê komkujiyê Yûnûs Emre Şen, li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Sezaî Temelî û Mûrat Sarisaç û gelek rêveberên HDP’ê yên bajar tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de Parlamenter Temelî axaftin kir û got ku weke Enqere û Amedê qurbaniyên komkujiyê li ber çavê desthilatê hatine kuştin.    COLEMÊRG   Li Colemêrgê jî qurbaniyê komkujiyê mamosteyê îngilîzî Suleyman Aksû, li navçeya Geverê bi gul û pêlîstan li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbat û hevalên Aksû û rêveberên HDP’ê yên navçeyê tevlî bîranînê bûn. Beşdarên bîranînê goristana Aksû bi gul û pêlîstokan xemilandin û pêlîstotan li zarokan belav kirin.    Dayika Aksû, Kûdret Aksû, di bîranînê de axivî û diyar kir ku kurê wê ji bo aştiyê berê xwe dabûye Pirsûsê û ev tişt got: “Heta ku em sax bin em ê 33’an ji bîr nekin. Ez edalet û aştiyê dixwazim. Weke dayikekî nexwazim ku êdî dilê dayikan biperite. Daxwaza aştiyê ya kurê min daxwaza min e jî.”    MÛŞ   Li Mûşê jî qurbaniyên komkujiyê Evrîm Denîz Erol, Serhat Devrîm û Med Alî Barûtçû jî li ser gora xwe hatin bibîranîn. Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, endamên SGDF’ê û rêveberên ESP’ê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de beşdaran qurnefîl danîn ser goristanên qurbaniyan.   ŞIRNEX   Li Şirnexê jî qurbaniyê komkujiyê Ûgûr Ozkan li navçeya Cizîrê li ser goristana xwe hat bibîranîn. Malbat û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Cizîrê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de li ser navê malbatê mele Qasim Yîgît axivî û diyar kir ku lêgerîna qurbaniyan lêgerîna edaletê bûye û daxwazên wan jî heman daxwaz in.