Birîna ceyranê birin darazê 2020-07-20 12:32:48 MÊRDÎN – Niştecihên 10 taxên ku ceyrana wan ji 14’ê gulanê ve hatiye birîn, giliya DEDAŞ’ê kirin.   Li navçeyên Dêrik, Artûklû û Nisêbînê yên Mêrdînê, ji 14’ê gulanê ve ceyrana nêzî 100 gundî ji aliyê Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîceleyê (DEDAŞ) ve bi hinceta ku deynê wan heye, hatiye birîn. Derbarê birîna ceyranê de niştecihên 10 gundên navçeya Artûklûyê giliyê DEDAŞ’ê kirin. Îro serê sibehê niştecihên gund hatin Edliyeya Mêrdînê û ji bo gilîkirinê daxwaznameyekê dan dozgeriyê. Gundiyan, destnîşan kir ku DEDAŞ xizmeta ceyranê asteng dike û daxwaz kirin ku ceyran wan bê berdan.    Beriya niha li Dêrik û Qoserê jî 26 welatiyan giliyê DEDAŞ’ê kiribûn û dadgehê li ser vê biryarê biryara berdana ceyranê dabû. Ji ber ku DEDAŞ’ê vê biryarê pêk nanîbû, Midurê DEDAŞ’ê yê Bajar ê Mêrdînê Mehmet Bûlût, ji bo îfadeyê hatibû vexwendin.