Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn 2020-07-20 12:08:24   AMED  - Hat îdîakirina ku li navçeya Bîsmîlê, di bûyera Hamdiye Şik a 61 salî û zarokê xwe têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn.    Di 18’ê Tirmehê de, li Gundê Kaxitlî yê navçeya Bismil a Amedê di nava ferdên malbatekê şer derket. Li gorî agahiyan, di navbera cerdevan Mahmut Karaaslan, zarokên wî Sîdar, Zafet, Serdar Karaaslan û zarokên hevjîna wî ya berê Hamdiye Şik a 61 salî de li ser li hevnekirina erd şer derket. Di encama şerê di navbera cerdevan Mahmut û zarokên wî yên cerdevan Sîdar û Zafer Karaaslan derket de, hevjîna wî ya berê Hamdiye Şik a 61 salî jiyana xwe ji dest da, zarokên wê Kadrî, Mûrat, Mehmet û bûka wê Bahar Karaaslan jî birîndar bûn. Kadrî Karaaslan (26) ê ku di Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê de tedawî didît di saetên sibê de jiyana xwe ji dest da.   Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya Mehmet û hevjîna wî ya nû Bahar Karaaslan ên bi giranî birîndar bibûn girane û di beşa lezgîn tên girtin    5 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Hat dest nîşan kir ku piştî êrîşê cendermeyan li gund tedbîrên ewlehiyê girtine û cihê ku êrîş lê hatiye kirin dorpêçkirine. Cendermeyan sercerdevan Mahmût, zarokên wî yên cerdevan Serdar, Sîdar, Zafer û Y. Karaaslan û lawê Hamdiye Şikê yê birîndar Mûrat Karaaslan binçavkirin e.   Di dîmenên beriya êrîşê de tê dîtin ku di destê zarokên Mahmut Karaaslan de çekên keleşnîkov hene. Hat zanîn ku çekên di bûyerê de hatine bikaranîn ên cerdevaniyê ne. Di dîmenê de, tê bîhîstin ku jineke qîr dike û pişt re dengê çekan tê.   Kesên hatine binçavkirin îro dê îfadeya wan were girtin. Hamdiye Şik a ku jiyana xwe ji dest dabû jî li navçeya Karaz a Amedê hat definkirin.