Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû 2020-07-20 11:40:32 MÊRDÎN – Şaxa SES’ê ya Mêrdînî, ragihand ku li bajarê  hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî enfekte bûne û nexweşxane têje bûne.    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrdînê, derbarê daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê yên bajar de daxuyaniyeke nivîskî da. Şaxê, destnîşan kir ku bi pêvajoya asayîbûnê re li bajar “rêveberina bê kontrola şewbê” dest pê kiriye.   Şaxê, diyar kir ku li bajara hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê nêzî 5 hezaran bûye, 200 karmendên tenduristiyê jî enfekte bûne û nexweşxane têje bûne. Şaxê, derbarê cudahiya di navbera daneyan de jî destnîşan kir ku daneyên Wezareta Tenduristiyê û daneyên rêxistinên tenduristiyê hevdû nagirin.