Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin 2020-07-20 10:28:18 WAN - Ji 59 cenazeyên penaberan ên ji Gola Wanê hatin derxistin, 18 jê li goristana bêkesan hatin definkirin.   Xebatên derxistina cenazeyên pênaberên di 27’ê hezîranê de li keştiya lê siwarkir bibûn di Gola Wanê de noqî avê bû, dewam dikin. Di encama xebatên heya niha hatin birêvebirin de cenazeyê 59 penabaeran ji avê hatin derxistin. Cenazeyên hatin derxistin ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê. Cenazeyên 18 penaberan piştî karê otopsiye li goristina bêkesan hatin definkirin.