‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’ 2020-07-20 09:00:51 ŞIRNEX - Parêzera Komîsyona Mafê Jinan a Şirnexê Zozan Açar têkîldarî destdirêjî û tecawiza ji hêla çawişên pispor ve hatin kirin got: “Bêcezakirina faîlên îstîsmaran, dibe sedemê zêdebûna îstîsmarên zayendî.”   Li bajarên herêmê bûyerên destdirêjî û tecawizê yên li dijî zarok û jinan her ku diçe zêde dibe. Herî dawî li Şirnex û Êlihêji hêla çawişên pispor ve êrîşa zayendî pêk hat. Her çiqas çawişê pispor ê li Şirnexê êrişa zayendî kir hatibe girtin jî lê çawişê pispor ê li Êlihê ji aliyê dadgehê hat berdan. Endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Şirnexê parêzer Zozan Açar têkildarî polîtîqayên bêcezakirinê de axivî û got li hemberî êrîşên zayendî bertekeke bi rêxistinbûyin nebe, wê ev êrişên zayendî zêde bibin.   ‘NENÎŞANDANA BERTEKAN DIBE SEDEMA ZÊDEBÛNA BÛYERAN’   Açar diyar kir ku biryarên ku ji hêla mekanîzmayên darazê ve tên dayîn, faîl hêz jê digirin û got: “Faîl ji hêza xwe ya leşkerî hêz digirin. Di heman demê de mekanîzmayên darazê bi biryarên sosret piştevaniyê didin faîlan. Ev biryar êrişên zayendî meşrû dike. Nerazîbûn û rêxistnbûna civakê girîng e. Li hemberî êrişên zayendî, divê bertek bên birêxistinkirin. Dema ku em lê dinêrîn di hefteyekî de li Şirnexê bi giştî 3 bûyerên êrişên zayendî pêk hatin. Lê rojavayê Tirkiyê li hemberî van bûyeran sazî û dezgeh bêbertek man. Sedemê bêdengbûyina wan Şirnex bûyîn e. Li rojavayê Tirkiyê bûyerek bi vî awayî diqewime, her kes radibe ser piyan û bertekên xwe tînin ziman. Lê li dijî van bûyeran berteka ku dihat xwestin nehat nîşandan. Bertek nenîşandana civakê dibe sedema zêdebûna bûyeran.”   ‘NECEZAKIRINA TEWANBARAN RÊ LI BER DESTAVÊTINÊ VEDIKE’   Açar anî ziman ku polîtîqayên bêcezakirinê pêşî li tundî û destavêtinê vedike û wiha got: “Nebûna qanûn û nêzîkatiya li hemberî pirsgirika jinê, pêşiya van bûyeran vedike. Daraz qels tevdigere û bi biryarên neyînî jinan û zarokan terkî îstîsmar û tundiyê dike. Necezakirina tawanbarên dozên destdirêjiya girseyî yên mîna Weqfa Ensar rê li ber destdirêjiyê vekir. Kes dibêje ‘Ez jî bikim, dê di dawiyê de werim berdan.’ Ev yek jî dibe sedama ku tundî û destavêjiyê berbelav dibe.   ‘HER ÊRIŞEKE ZAYENDÎ POLÎTÎK E’   Açar da zanîn ku êrişên zayendî polîtîk in û wiha got: “Em bi bêcezakirina faîlan re rûbirû ne. Em tundî û destavêjiya li hemberî zarok û jinan polîtîk dibînin. Em tu tundî û îstîsmarên zayendî ji biryarên darazê xweser nabînin. Di her bûyerekî de parastina faîl dibe sedemê bûyerên nû. Faîl dizane ku ew ê neyê cezakirin û ji ber vê jî biwerek tevdigere û êrişeke bi vî awayî pêk tîne. Li ser medyaya civakî bûyera ku li Şirnexê qewimî, wekî ku faîl mexdure hat nîşandan. Ji ber vê jî daraz ji van parvekirina hêz digire û li gorî daxwaziya xwe tevdigere. Ji ber vê jî her êrişike îstîsmara zayendî polîtîk e.” ‘WÊ RAKIRINA PEYAMAN STENBOLÊ ÊRIŞKARAN BI HÊZ BIKE’   Açar diyar kir ku ji bo bihêzkirina Peymana Stenbolê divê jin hêza xwe birêxistin bikin û bi vê hêzê û xwerêxistinkirinê pêşî girtina bûyeran mimkin e. Açar got rakirina Peymana Stenbolê wê hêzê bide êrişkaran û lazim e jin û civak li dijî vê yekê têbikoşe. Açar herî dawî jî got ji bo ku kiryar bi cezayek giran were darizandin dê têkoşîna xwe bidomînin.   MA / Zeynep Dûrgût