Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2020-07-19 20:48:15   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên vîrûsa koronayê parve kir û ragihand ku îro ji ber koronayê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên mirî û pêketiyan ên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) yên îro parve kir û ragihand ku îro 16 kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane û 924 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine. Bi vê hejmara îro re heta niha 5 hezar û 491 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara pêketiyan jî bi giştî derket 219 hezar û 641 kesan.