HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê 2020-07-19 18:05:04   WAN – Şandeyek HDP’ê çû serdana şêniyên gundên Elbes, Kêratî û Qaşkol ên Elbakê ku erdhej lê rû dabû û lehî rabûbû.    Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Sezaî Temellî û Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê ku ji şandeyek pêk dihatin çûn serdana şêniyên Elbes, Kêratî û Qaşkol ên Elbakê ya Wanê ku erdhej lê rû dabû û lehî rabûbû. Şandeyê li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Şande ewil çû serdana gundê Qaşkolê û dû re jî çûn serdana gundê Kêratî û Elbesê. Şande pişt re jî çû serdana bajarê konteynirê û li welatiyan guhdar kir.