Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin 2020-07-19 11:37:51   AMED - Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Hevseroka Gişti ya DBP'ê ya berê Sebahat Tuncel de bi îdeaya “Heqaret li Serokomar kiriye" ji salekê heta 4 salan îdeaname vekir û doz vekir.    Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Hevseroka Gişti ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel de bi îdeaya “Heqaret li Serokomar kiriye" doz vekir. Dozger îdea kir ku Tuncel di 28'ê Cotmeha 2016'an de li pêş avahiya DBP'ê ya Rezanê bi boneya binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar bike, tev li çalakiyê bûye û bi gotina “Tayyip Erdogan dijminê jinan e. AKP û Tayyip Erdogan dijminê Kurdan e". Dozger bi sucdariya "Hewaret li Serokomar kiriye" îdeaname amade kir. Dozger xwest Tuncel ji 1 salekê heta 4 salan bê cezakirin.