ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-19 09:00:30 * Hikûmeta AKP-MHP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê rejîma OHAL'ê xistin meriyetê. Gotin 'Herî zêde em ê 1.5 mehê OHAL'ê têxin meriyetê'. Lê rewşa OHAL'ê bi fermî 2 salan dewam kir. Her çend di sala 2018'an de rewşa OHAL'ê di fermiyetê de rakirin jî dîsa Rejîma OHAL'ê bi fîîlî didome. Parlamenterê CHP’ê Ozgur Ozel, diyar kir ku piştî pêvajoya OHAL'ê rêveberiyek otokratik û keyfî ku nayê venêrtin pêş ket. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîh Aydeniz jî anî ziman ku OHAL bi destê Waliyan didome.  * Rojnameger Seyît Evran ê operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistina Federe ya Iraqê nirxand, diyar kir ku leşker nikarin li herêmên lê hatine danîn, lê bimînin û got: “Tirkiyeyeyê  ligel ku ewqas kir xirecir jî, encama dixwest ji herêmê bigire, ne girt.”   *  Piştî 19'ê Tîrmeha 2012’an bi Şoreşa Rojava re modela Komîteyên Aboriya Jinan û Kooperatifên Jinan pêş ket. Jinên ku fikra dê alav û amûrên hilberînê çawa bikar bînin, dest bi xebatê kirin, tespît kirin ku aboriya komunal, tenê dikare bi destê jinan pêş bikeve û dest bi hilberîna hevpar û kooperatifan kirin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komite bûne bingeha modela aboriya komunal û dibin mînakên jiyana kominal.    * Serokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Zekî Sînan Dogan, diyar kir ku têkildarî danayên Wezîrê Tenduristiyê Koca yên derbarê pêketiyên şewbê yên Mêrsînê de bi fikarin û got: “Hevalekê me yê bijîşk di pandemiyê de jiyana xwe ji dest da, lê mirina wî weke ‘zatürre’ derbasî qeydan hat kirin."   * Hevserokê DBP’ê yê navçeyê yê berê Mehmet Koştî yê di dema Komkujiya Pirsûsê de li Navenda Çandê ya Amara bû, diyar kir ku ger wê demê mudaxile tunebûya ewqas mirovan jiyana xwe ji dest ne didan.   * Pisporê Sendîkayê Alpaslan Savaş, anî ziman ku AKP bi “Paketa Îstîhdamê ya Biçûk” a ku anî Meclîsê, dixwaze karkeran heya salek din bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê bike û got: “Ev pakêt wê bibe sedama ji kar derxistina bi sedan karkeran.”    * 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, hinceta cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin birîbû, aşkere kir. Di hinceta dadgehê de betanî û pakêtên xurekê yên ji bo penaberan hatibûn kirîn, weke sûc hat hesibandin.    * Parêzerê doza Komkujiya Pirsûsê Veysî Eskî, diyar kir ku ligel ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna di dozê de tu pêşketin çênebûye û got: “Ligel hişyariya sûc a dadgehê jî, dazger tu tiştî nake û tekane bersûcê komkujiyê hîna jî ne anîne dadgehê.”   * Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyan a TMMOB'ê ya Amedê ku ji bo rêvebera xwe Arîn Zumrut û hevalên wê yên girtî li avahiya xwe dest bi nobeta “Edalet û Azadiyê" kirne, dê li avahiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (08.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê dê di çarçoveya kampanya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" li Parka Zarokên Azad a Mêrsînê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)