Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye 2020-07-18 17:12:26 HATAY - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Hatayê di “Civîna Gelan û Baweriyan" de bal kişand ser girîngiya aştiyê û wiah got: "Şerê li Rojhilata Navîn pêş dikeve ne çarserî ye. Beriya her tiştî pêdivî bi Tevgera Aştiyê ya Rojhilata Navîn heye."    Xebat û çalakiyên HDP'ê yên ji bo demokrasiyê didomin. Di çarcoveya "Meşa Demokrasiyê" ya "Em bi hevre di demokrasiyê de bibin yek" de HDP'ê li Hatayê civîna bawerî û gelan li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce, Endamên Navenda Giştî ye ESP'ê Çiçek Otlu û Osman Kara û nûnerên rêxistinên elewî û ereban li Hatayê beşdarî "Hevdîtina Gelan û Baweriyan" bûn. Dîsa endamên Kongreya Îslama Demoratîk (KÎD) û parlamenterê Serbixwe Cihangir Îslam jî amade bû. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari axaftina vekirinê kir û xêrhatin kir. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ji ber teflêbûna zêde kêfxweşiya xwe anî ziman. Sancar anî ziman ku Belgeya wan a Helwestê banga hemû kesên alîgirê demokrasiyê ye û wiha got: "Divê her kes li cih û warê xwe li dijî neheqî û bê edaletiyê dengê xwe bilind bikin û bibin bersîva vê bangê. Armanca meşa me em îtîraza xwe bînin ziman û bi gel re parve bikin. Meşa me dengekî pir mezin derxist. Ev dengê îtîrazê ye. Ev îtîraza li dijî zilmê, li dijî şer û li dijî polîtikayên înkar û îmhayê ye. Bêdengî ne çareserî ye. Armanca hevdîtinê em vê îtîraza xwe û dengê xwe bilind bikin. Li dijî xerabî û tundiyê em dengê xwebêtir bilind bikin. Armanca me em meşa hevpar bêtir mezin bikin û hinek din bimeşin."    BANG LI HÊZÊN AŞTIYÊ KIR     Sancar, bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn belav dibe û wiha lê zêde kir: "Şer ne tenê li Sûriye heye. Li hemû herêmê şer belav bûye. Eger em hemû bi hevre ji bo aştiyê neyên cem hev û nebin yek ev polîtîkayên şer dê bi deh hezaran mirovên din bikuje. Divê bi lez em em hêza aştiyê ava bikin. Bi lez pêdivî bi Hêz û Tevgera Hevpar a Aştiya Rojhilata Navîn heye. Aştî ne tenê pirsgirêka axekê ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêkek mezin a aştiyê heye. Li vî welatî çareseriya pirsgirêka kurd a bi aştî û demokrasiyê şert e. Îro pêdiviya me bi Tevgera Aştiya Rojhilata Navîn heye. Li Sûriyeyê di şerê navxweyî de herî zêde DAIŞ'ê talan û wêran kir. Li dijî zilmê serhildan heye. Li dijî zilmê îtiraz heye. Divê dengê me li hemû cîhanê belav bibe. Divê em hemû bawerî û ol bibin yek û dengê we bilind bikin. Divê em misilman hiristiyan, elewî û êzidî tev bibin yek û bi hevre li dijî zilmê serî hildin.      Piştî axaftina Sancar bernameya civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.