Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin 2020-07-18 16:53:09   STENBOL – Li navçeya Bagcilara Stenbolê di şer de polîsek mir. Têkildarî bûyerê 3 kesên ku hatin binçavkirin bi êşkenceya polîsan re rûbirû man.    Li taxa Yuzyilê ya Bagcilara Stenbolê polîsên narkotîkê derketin operasyona tiryakê. Di navbera polîsan û komekê de şer derket. Di şer de du polîs birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê. Polîsê bi navê Erkan Gokteke li nexweşxaneyê mir.    Têildarî bûyerê 3 kesên gumanbar S.B. (19) , O.I. (17) û K.A. (17) ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di hin hesabên Twîtterê de wêneyên van her sê kesên guman bir ku li emniyetê êşkence li wan hatiye kirin belav bûn. Di wêneyên hatin belavkirin de tê dîtin ku her sê kes bi êşkenceyek giran re rûbirû mane û li erdê şopên xwînê tên dîtin.