Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye 2020-07-18 15:20:54 AMED – Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan ku piştî binçavkirina 4 rojan serbest hat berdan, di bin çavan de bi gotina “Dewlet, bi binçavkirin, girtin û qetilkirinê li dijî jinê şer îlan kiriye." û xebatên TJA'yê parast.  Şevê din Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinên ku polîsan bi fermana dozger di 14'ê Tîrmehê de binçav kirin, biryara girtinê da û şand girtîgeha Amedê. Heyeta dadgehê 23 jinan de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Ji 23 jinên ku piştî binçavkirina 4 rojan hat berdan yek jê Berdevka Tevgera Jina  Azad (TJA) Ayşe Gokkan bû. Gokkan ku serbest hat berdan, hem li midûriyeta polîsan û hem jî li dozgeriyê pirsên der barê xebatên TJA'yê de jê pirsîn. Gokkan, di îfadeyê de parast ku TJA di qada demokratik, ekolojik û azadiya jinê de xebatê dike. Gokkan, di îfadeyê de anî ziman ku TJA tevgerek bêalî û gerdûnî ye û got: "Ew 35 salin ji bo mafê jinan, aştî û azadiya jinê têdikoşim. Ji ber vê xebatê xwe ez bi dehan caran hatim binçavkirin. Min got 'Eger ev tiştê ez dikim sûc be, ez vî sûcî qebûl dikim. Ez niha niha nêzî 200 caran derketim salona dadgehê. Her cara min îfade da dîsa hatim berdan."    DEMA EM BÊ RÊXISTIN BIN ME QETIL DIKIN'    Gokkan, di îfadeyê de da zanîn ku jin bê navber rastî tacîz û tecawizê tên û wiha lê zêde kir: "Kesên kujer destê xwe diheşînin û serbest digerin. Ev tacîz û tecawiz bi îtîfaqa mêr û dewletê pêk tê. Jin ji ber ku xwe bi rêxistin kirine êdî natirsin. Min heta niha her tim xwe bi vî rengî parast. Ez 55 salî me. Eger ku heta niha ez ji aliyê mêrekî ve nehatime kuştin ji ber ku min xwe parastiye ez nehatime kuştin. Bi salan me li dijî cînayetên namûs û toreyê li ber xwe da. Lê dema em li dijî vê yekê têdikoşin, dewlet û mêr dibe îtîfaq û ji bo kuştina jinê dibêje ‘cînayetê evînê' Me dît ku mêrê li malê, mêrê li nava civakê û mêrê di nava dewletê de hemû li dijî me têdikoşin. Dema jin bê rêxistin bin nikarin nefesê bistînin û her roj tên kuştin."     ‘DEWLETÊ LI DIJÎ JINÊ ŞER ÎLAN KIRIYE'   Gokkan, di berdewama parastina xwe de bal kişand ser cinayetên li herêmê û wiha lê zêde kir: "Sedema zêdebûna van cînayetên jinan, ji ber ku mekanîzmayên biryarê yên saziyên ku wezîrên dewletê û saziyên dewletê di navde cih digirin, mêr bêtir wêrek dikin. "    Gokkan, di parastinê de herî dawî bal kişand ser Peymana Îstanbul ku ji bo jinan gelek girîng û bi wate ye û wiha got: “Li welatekî heta ku jin ne azad be, dewlet dê nikaribe qala demokrasiye bike. Ji ber ku li hemû cîhanê azadiya jinê ji bo demokratîkbûna wî welatî gelek girîng e. Azadiya jinê pîvana demokratîkbûna wî welatî ye. Tacîz û tecawiza li dijî zarokan sûcekî pir mezin e. Em li dijî zagonên efoya îstîsmara zarokan in. Dewlet têkildarî Peymana Îstanbul dibêje ‘Ez ê îmzeya xwe paşve bikişînim' Bi vê gotinê ji jinê re dibêje; ‘Tu ne welatiyê dewletê ye; tu welatiyê mêr e'. Lê ez naxwazim di bin sî û bandora mêr de bijîm. Ez vê yekê qebûl nakim. Tu kes nikare mafê azadiya min û hilbijartina min ji destê min bigire. Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye. Bi binçavkirin, girtin û kuştina jinan li dijî jinê şer îlan kiriye. Ez li vî welatî dijîn. Wê demê divê dewlet li min guhdar bike. Ger ku ez li vir bim, nayê wateya ku ez sucdar im. Ez xwe wekî kesek sucdar nabînim."