Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan 2020-07-18 15:10:51 STENBOL – Di çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek û xwestin demildest were berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 434’emîn de çalakiya “Rûniştina F” ji ber vîrûsa koronayê online li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de mafzanan bal kişand ser rewşa Dayika Aştiyê Makbûle Ozbek a 72 salî ku demek beriya niha li Amedê hatibû girtin û xwestin demildest were berdan.    Endamên Komîsyonê Nûray Şîmşek û Mehmet Acettîn bi hev re daxuyanî dan.    DAMEZRÎNERA DAYIKÊN AŞTIYÊ YE    Di daxuyaniyê de hat diyakirin ku dayika Makbûle Ozbek yek ji wan dayikan e ku damezrînera Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ye û ji ber ku du zarokên wê tevlî PKK’ê bûne cara ewil di sala 1998’an de tê girtin û piştî du sal û nîvan tê berdan. Di daxuyaniyê de hat gotin ev cezayê wê tê erêkirin û ji ber vî cezayî di sala 2010’an de dîsa tê girtin û cezayê xwe radikeve.    TEVÎ NEXWEŞÎNÊ JÎ HATIYE GIRTIN    Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Makbûle Ozbek a 72 salî bi hêceta xebatên wê yên pêkhatina aştiyê hatiye girtin û tevî gelek nexweşînên wê hene û xetereya vîrûsa koronayê didome jî dîsa hatiye girtin.    EW BI TENÊ TÊ RAGIRTIN    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ozbek li Girtîgeha Jinan a Amedê di hucreyekê de bi tenê tê ragirtin û herî dawî ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk aniye diyar kiriye ku rewşa wê nebaş e û di xetereyê de ye û li gel parêzerên wê serlêdana berdanê kirin jî lê bi gumana “revê” hatiye redkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ew dixwazin bêyî ku rewşa Makbûle Ozbek girantir bibe û nexweşên dîtir lê peyda bibin  demildest were berdan.