Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir 2020-07-18 13:33:58   AMED – Li Navçeya Hênê ya Amedê Çawîşê Pispor Alpar Yaman ê girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Hênê dema diçû operasyonê mir.    Çawişê Pispor Alper Yaman ê li Fermandariya Cendirmeyan a Hênê ya Amedê dema diçû operasyona eskerî mir. Lê heta niha TSK'ê têkildarî mirina Yaman tu daxuyanî nedaye. Li ser medya înternetê agahiyên 'Yaman dema diçû operasyonê qeyrana dil derbas kir û mir' parve kirin. Serokê AKP'ê yê Navçeya Ceyhana Edeneyê Îslam Bunul, têkildarî Yaman ê ji Navçeya Ceyhan a Edeneyê ye, li ser hesabê twîtterê agahî parve kir û got: “Hemşeriyê me yê Ceyhanê J. Uzm. Çvş. Alper YAMAN li Navçeya Dara Hênê dema diçû peyvirê jiyana xwe ji dest da..."  Hat fêrbûn ku Yaman di salên 2015 û 2016'an de li navçeyên Cizîr û Sîlopîyê beşdarî operasyonan bûbû.