Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin 2020-07-18 12:52:09   ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 306’emîn de bal kişandin ser rewşa 8 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Afyonê û banga lezgîn a berdana girtiyên nexweş kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 306’emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş li dar xist. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê pêk hat. Di civînê de Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen axivî û got: “Li girtîgehan binpêkirina mafan didome. Gelek girtî ji ber nayên berdan û nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin.”    Çevîrmen anî ziman ku bi qasî komeleya wan li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T a Afyonê tespît kiriye 26 girtiyên nexweş lê hene û 8 girtiyên rewşa wan giran û divê demildest werin tahliyekirin û dermankirin hene. Çevîrmen navê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û nexweşînên wan rêz kir. Çevîrmen got rewşa Adem Yamaç, Memdûh Kiliç, Şevket Bîlîcî, Selçûk Yildizhan, Abdullah Ongullu, Haydar Nama, Akîf Îpek, Habîl Ermen di xetereyê de ye û xwest ev girtî demildest werin berdan.