25 sal in winda ye 2020-07-18 12:35:30   AMED – Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê vê hefteyê li aqûbeta Aburrahîm Demîr ê 25 sal berê li ser rêya Qoser û Wêranşarê hat windakirin pirsîn.    Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 597’emîn de li ser înternetê çalakiya “Bila yên winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Vê hefteyê çîroka windakirina Abdurrahîm Demîr ê di 17’ê tebaxa 1995’an de lis er rêya Qoser û Wêranşarê ji aliyê leşkeran ve hat windakirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin parve hat parvekirin. Çîroka winda Demîr ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yûsûf Erdogan ve hat xwendin.    Erdogan got Abdurrahîm Demîr ê 22 salî ji li ser rê ji aliyê leşkeran ve tê binçavkirin û windakirin û tevî ku malbat cihek namîne lê nagere û serlêdan nake jî 25 sal in agahî ji Demîr nehatiye girtin. Erdogan got ew dixwazin aqûbeta Demîr were eşkerekirin û kujer werin darizandin.