Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan 2020-07-18 10:20:57   AMED – Xwediyê Weşanxaneya J&J Azad Zal ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibû girtin hat berdan.    Xwediyê Weşanxaneya J&J û nivîskar Azad Zal (Mhmet Gungormuş) di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatibû binçavkirin. Di 30’ê hezîranê de jî dadgehê ew bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” dabû girtin.    Zal li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin. Dadgehê nirxandin guncandîtinê kir û di encama vê nirxandinê de biryara berdana Zal da.