Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da 2020-07-18 10:20:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rexistina HDP'ê, ji bo tayînkirina qeyûm a Wanê ku bi dengê ji sedî 53.8 Şaredarî Qezenç kiribû betal bibe, serî li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê dabû. Dadgehê bi hinceta "Ji bo selameta cemaweriyê" serlêdana HDP'ê red kir.    Wezareta Karên Hundir di 19'ê Tebaxa 2019'an de Qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê yên HDP’ê kiribûn. HDP'ê jî li diji ve yekê ji bo tayînkirina qeyûm betal bibe serî li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê dabû. Dadgehê bi hinceta "Ji bo selameta cemaweriyê" serlêdana HDP'ê red kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, diyar kiribû ku têkildarî erk û peyvira wê der barê wê de lêpirsîn nehatiye kirin û gotibû ji dûrxistina wê ya erk û peyvirê neheqî, dijhiqûqî û bê edaletî ye. Ertan ji bo biryara tayînkirina qeyûm bê betalkirin serî li 1'emîn Dadgeha Îdarî ya Wanê dabû. Dadgehê bi hinceta "Ji bo selameta cemaweriyê" serlêdana HDP'ê red kir. Dadgehê di danişîna dozê ya 23'ê hezîranê de biryar dabû. Dadgehê biryara bi hincet aşkere kir û got "Ji bo selameta cemaweriyê qeyûm hatiye tayînkirin." û serlêdan red kir. Li gel HDP'ê li Wanê ji sedî 53.8 deng stendibû jî dîsa dadgehê "Ji bo silametiya cemaweriyê" nîşan da.