‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’ 2020-07-18 09:08:44 STENBOL - Koray Turkay ê ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bû, diyar kir ku heya hesabê komkujiyê neyê pirsîn, Tirkiye ronî nabe.” Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê DAIŞ'ê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 33 ciwanên Federsyona Komeleya Ciwnên Sosyalîst (SGDF) ku dema xwestin biçin Kobaniyê û alîkariya zarokên li wir bikin hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn.   Ciwanên ji çar aliyê Tirkiyeyê ve li ser banga Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca pêleyîstikan bibin ji zarokên Kobanê re û li wir ji bo zarokan qadên jiyanê yên nû ava bikin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn.    Li dijî ciwanên li baxçeya Navenda Çanda Amara ya Pirsûs a Rihayê kom, xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de DAIŞ'ê êrîş bombeyî pêk anîbû û di êrîşê de 33 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 100 kesan jî, birîndar bibûn. Bi ser vê komkujiyê re 5 sal derbas bûn, lê di doza li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê de tê dîtin tu pêşketinek biçûk jî tuneye.    Koray Turkay ê ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bû, derbarê pêvajoya hat jiyîn de axivî.    ‘EZ ŞAHIDÊ SIYASETA QIRÊJIM’   Turkay, diyar kir ku di dema êrîşên li dijî Kobanê de, tevlî çalakiya nobetê ya li Pirsûsê bû û wiha axivî: “DAIŞ’ê Kobanê xistibû dorpêçê û bi alîkariya AKP’ê ji çar alî ve êrîş dikir. Ez şahidê wan rojame. Ez baş dizanim ku Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê siyasetek çiqas qirêj bi rêve dibir. Di vê pêvajoyê de Kobanê ser û binû kirin. Jin, zarok, kal û pîrên wê demê di şert û mercên pir zor û zehmet de diyan. Di vê navberê de min banga SGDF’ê ya ‘Em Kobanê ji nû de ava dikin’ dît. Min jî xwest destekê bidim vê piştgiriyê. Bi vî awayî ez çûm Pirsûsê. Min xwest ji zarokên wê derê re amûrên jîmnastîkê bibim. Ji çar aliyê Kurdistanê ve mirov hatibûn wir û her yek ji wan dixwestin tiştekê bibin ji zarokên wê derê re.”    ‘TEQÎNEK DIJWAR BÛ’   Turkay, têkildarî kêliya teqînê jî axivî û wiha got: “Di dema teqînê de, weke ku yek ji paş ve bi darê li serê min bixe ez ketim erde. Piştî wê jî tiştek nayê bîra min. Dûre dema min çavê xwe vekir, dengê qîrîniya mirovan di guhên min de olan didan. Bi vê re dengê ‘Bombeya duyemîn heye, birevin’ hat min. Ji xwe bi vî dengî re bombeya duyemîn teqiya. Dûre min xwest rabim, lê min nekarî. Hêdî hedî ez li ser lingê xwe yê çepê rabûm û hêdî hêdî meşiyam. Çawan min li jêra xwe mêze kir, min dît ku ez li ser parçeyên bedena hevalên xwe dimeşim. Min çavnên xwe girtin û heya derî ez meşiyam. Hevalekê ez dîtim û bi hevalên din re hatin ez birim. Li nexweşxaneyê du caran dile min radiweste, lê dîsa jî didin xebitandin. Ji bo ku ez bijîm bijîşkan gelek hewldan nîşan dan.”    ‘DI NAVA GEL DE HEVDÎTINEK GIRÎNG E’   Turkay, da zanîn ku piştevaniya ji bo Kobanê pir mezin bû û wiha bilêv kir: “Berxwedana gelê kurd û berxwedana gelên din ên Tirkiyeyê li Pirsûsê li hev kom bibû. Ji ber vê Komkujiya Pirsûsê pêk anîn. Xwestin pêşviya têkoşîna têkbirina desthilatdariyê bigirin. Serokkomar Tayyîp Erdogan di hilbijartina 7’ê Hezîranê de got, ‘400 sendelya bibin, bila ev kar din ava hizûrê çareser bibe.’ Bi vê peyamê îlana komkujiyan hat dayîn. Îlana hizûr nedayîn di 7’ê Hezîranê de bi ketina hikumetê re hat dayîn. Ji ber Komkujiya Pirsûsê û ya Komkujiya Enqerê  pêk hatin.”    ‘WÊ AKP’IYEK BIÇE Û AKP’IYEK DIN WERE’   Turkay, gotinên serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû yên weke ‘Ger em kirînên di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Midarê de aşkere bikin, wê kes nekare li cihê xwe rûne’ bibîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê gotinê îxbara xwe bi xwe kirine. Ev di astan îtîrafê deye. Dibe ku di dadgehên îro de hesabê vê yekê nayê pirsîn, lê bila baş bê zanîn wê di dadgehên azad yên siberojê de hesabê vê yekê bê pirsîn. Ev kirdeyên van komjiyane û îro îtîraf dikin. Komkujiyên Pirsûs û Enqerê ji bo ronî kirina Tirkiyeyê û pêşxistina demokrasiyê xwedî rojek girîng in.  Heya ku hesabê van nayê pirsîn Tirkiyeyê ronî nabe. Divê rastiya van komkujiyan bê naskirin. Îro kî dixwaze Tirkiye demokratîk bibe, divê bikeve dû şopa van her du komkujiyan. Heya ku ev komkujî neyin ronî ronîkirin, demokrasiya li Tirkiyeyê pêş nakeve. Wê AKP’iyek biçe û AKP’iyek din were. Ez di wê hêviyê deme ku wê hesabê van her du komkujiyan bê pirsîn.”    MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan