ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-18 09:00:10 * Koray Turkay ê ji Komkujiya Pirsûsê bi birîndarî xelas bû, diyar kir ku heya hesabê komkujiyê neyê pirsîn, Tirkiye ronî nabe.” * Jinên li dijî nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê di çalakiyê dene, diyar kirin ku Peymana Stenbolê misogeriya jiyana wane û gotin: “Li gorî daxwazan, dê wisan bi rehetî dê neyê rakirin.”    * Li navçeya Elbakê, bi ser erdheja 10 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mal û axur hilweşiyan û bi hezaran heywan dibin hezanê de man re 5 meh derbas bûn. Li taxan çêkirina avahiyên mayîn de hat taloqkirin. Ji ber vê hin malbat amadekariya koçberiyê dike.    * Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, derbarê hevdîtina sibe li bajêr bê lidarxistin de, diyar kir ku ewê li dijî êrîşên li ser jinan helwesteke hevpar nîşan bidin û hemû jin vexwendin hevdîtin.    * Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku çi dema ku desthilatdarî Peymana Stenbolê rabike, wê tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û got: “Rakirina Peymana Stenbolê cinayete.”   * Dikandarên Taxa Sumbul a Colemêrgê, ji ber piştî her baranê ava herî di muslixên wan de diherikin îsyan kirin û gotin: “Me berê jî ev pirsgirêka xwe ji Walî Îdrîs Akbiyik re ragihand, lê berpirsiyar şaredariya HDP’ê nîşan da. Piştî bû qeyûm jî, dîsa pirsgirêka me çareser nake.    * Qanûna Tenduristî û Ewlekariya Kar a hejmara 6331’an a ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên kar xwedî rojek girînge cara 4’emîn tê taqolkirin. Pisporê qanûnê Ertûgrûl Bîlîr, diyar kir ku ger qanûn nehatiba taloqkirin,  dibe ku jiyana bi sedan mirovên karker xelas bikira.”   * Rêxistina MEBYA-DER'ê bi boneya tacîz û tecawiza ku çawîşên pispor li Şirnex û Êlihê kirin dê li avahiya komeleya xwe ya li Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Dayiyên Şemiyê dê di hefteya 799'an de li ser hesabê medya înternetê daxuyaniyê bidin û aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi boneya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiya xwe di roja 597'an de bi vîdeoyekê li ser înternetê parve bikin. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê dê li Navçeya Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00-13.00)   * Baroya Stenbolê û Komeleya Hiqûqa Ceza dê bi ser navê "Mafê darizandina Edlî li avahiya xwe ya Taksimê sempozyumê li dar bixe. (12.00)   * Platforma Demokrasiyê ya Êlihê dê li dijî tacîz û tecawiza li ser zarokan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 434'an de berdewam bike. Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê jî dê li pêş avahiya ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30-14.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu dê li Hatayê "Hevdîtina Gelan û Baweriyan" pêk bînin. (14.00)   * Odeya Tabîban a Amedê dê li Salona Tahir Elçî ya Amedê kongreya xwe pêk bînin. (15.00)