Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin 2020-07-18 00:12:32   AMED - Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê ji 28 jinên ku polîsan bi fermana dozgeriyê di 14'e Tîrmehê de di serdegirtina malan de binçav kiribûn, 5 jin girtin û 23 jin jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinên ku polîsan bi fermana dozger di 14'ê Tîrmehê de binçav kirin, biryara girtinê da û şand girtîgeha Amedê. Der barê 23 jinan de jî bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Polîsan bi fermana serdosgeriya Komarê ya Amedê di 14'ê Tirmehê de bi ser gelek malên nûner, endam, rêveber, hevberdevk û hevserokên jin de girtibûn û 28 jin binçav kiribûn. Ji 28 jinên ku polisan binçav kirin jê 23 jin li edliyê piştî îfade dan hatin berdan û 5 jin jî bi biryara dadgehê hatin girtin.    23 JIN HATIN BERDAN    23 piştî lêpirsîna 3 rojan a li midûriyeta Polîsan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî di daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê jî der barê 23 jinan de biryara berdana bi kontrola edlî da. Jinên hatin berdan wiha ne: "Berdevka Platforma Rojnamegerên jin a Mezopotamya û Edîtora Jinnewsê Ayşe Guney, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Endama TUAY-DER'ê Rabia Ataş, Endama Meclîsa Şaredariya Rezan Panayır Çelik û Halime Bayram, Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Gulşen Guneş û Ronda Bat, Hevseroka HDP'ê ya Yenişehirê ya berê Demet Ozkaran, Rêvebera SES'ê ya Amedê Rozerin Çatak, Hevseroka HDP'ê ya Peyasê Besile Narîn, Rêvebera BES'ê Dilan Yakut û Guneş Ozel û aktîvîsta TJA Zekiye Guler, Emine Kaya, Zeynep Suncak, Selma Metin, Ruken Şehir, Şukran Tamir, Gulseren Akkum, Têkoşîn Tekin, Hatice Şen û dayika 75 salî Hayriye Turkekul bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    5 JIN GIRTIN    Heyeta Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê der barê 5 jinan de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Jinên hatin girtin wiha ne. Aktîvîsta TJA Hasret Alp, Figen Ekti, Bahar Akyapi, Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Hatun Yildiz û Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elif Haran bi îdeaya "Endamtiya Rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê.    Dîsa der barê Hevberdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de bi hinceta Serdozgerê Komarê yê Dîlokê der barê wê de lêpirsîn vekiriye tê payin ku li Edliyeya Amedê bi rêya SEGBÎS'ê îfade bide.