Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin 2020-07-17 22:17:09 ŞIRNEX - Osman Dûrmûş ê HPG’î yê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da bû, li Sîlopiyê hat definkirin.    Di rojên derbas bûyî de, li Çiyê Cûdî ya navçeya Sîlopî ya Şirnexê, bi tevlîbûna hezar eskerî zêdetir operasyona bi navê “Yıldırım-1 Cudi” bi piştgiriya helîkopteran hatibû destpêkirin. Li herêma operasyonê, şer di navbera HPG’iyan û leşkeran de, derdikeve û Osman Dûrmûş (Alîşêr) ê HPG’ê jiyana xwe ji dest dide. Hat diyar kirin ku berî 2 rojan cenazeyê Dûrmûş rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Birayê Dûrmûş ji bo cenaze bigire serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê da, lê ligel ku cenazeyê birayê xwe teşhîs kir jî, cenaze nehat dayîn. Lê dayika Dûrmûş îro cardin serî li nexweşxanê da. Di encama serlêdana dayika Dûrmûş de, cenaze teslîmî malbatê hat kirin. Malbatê cenazeyê kurê xwe dibin dorpêçeke mezin de ji navenda Şirnexê girt û ber bi navçeya Silopiyê ket rê.     Hat diyar kirin ku nimêja cenazeyê Dûrmûş li gundekê li ser rê hatiye kirin, dûre tenê bi tevlîbûna ferdên malbatê li Goristina Yenîşehîr a Taxa Başakê hatiye definkirin.    Hat dest nîşan kirin ku di dema definkirina cenaze de jî, ewlekariyek pir zêde hatiye girtin.