Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an 2020-07-17 20:45:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Koca da xuya kirin ku îro 18 kesan ji ber vîrûsa jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 458’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 217 hezar û 799.   Wezîrê Tendûristiyê Fahrettîn Koca, da xuya kirin ku îro li Tirkiyeyê 18 kesan ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan û 929 kes jî bi vîrûsê ketine. Bi vî awayî hejmera kesên ji ber şewba vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 458’an û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî derket 217 hezar û 799'an