Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan 2020-07-17 19:12:50 AMED - Ji 21 jinên ku piştî lêpirsîna wan li Emniyetê qediya sewkî edliyeyê hatin kirin Rojnameger û Editora Jinnewsê Ayşe Guney û aktîvîsta TJA'yê Hatîce Şen bi şertê kontrola Edlî hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê dabûn. Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Di 15 û 16'ê Tîrmehê de jî 3 jinên din jî hatin binçavkirin û hejmara jinên hatin binçavkirin derket 26'an. Ji van 26 jinan Hayriye Turkekul a 70 salî di 15'ê Tîrmehê de bi şertê kontirola edlî hatibû berdan.    Duh jî jina 57 salî Aklîme Hanas ku karê wê li emniyetê qediya, Endama Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER)  Rabîa Ataş, endama Meclisa Şaredariya Yenîşehirê ya Amedê Gulşen Guneş û Zeynep Suncak sewkî edliyeyê hatin kirin û bi şetê kontirola edlî serbest hatin berdan.    Îro jî Gulseren Akkum, rojnameger Ayşe Guney, endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehirê Ruken Şehîr û Ronda Bat, endamên Meclisa Şaredariya Rezanê Halîme Bayram, rêvebera BES'ê ya Amedê ya berê Dîlan Yakut û Guneş Ozel, Aktîvîstên TJA'yê , Selma Metîn, Şukran Tamîr û Emîne Kaya bi daxwaza bi şertê kontrola edlî bên berdan sewqî Dadgeraiya Sulh Ceza ya nobedar kirin.    Rojnameger Guney û Aktîvîsta TJA'yê Hatîce Şen ên sewkî dadgeriyê hatin kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.