Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir! 2020-07-17 16:44:24 ÊLIH – Li Êlihê rêveberên HDP’ê pankarta “Ji destdirêjî,  tecawiz û îstîsmarê re bêdeng nemîne” vekirin. Polîsan bi hêceta “bûyer ne li navenda Êlihê qewimiye” destûr nedan pankartê.    Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li dijî bûyerên destdirêjî û tecawizê yên li Şirnex û Êlihê qewimîn li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û rêveberên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. HDP’îyan di daxuyaniyê de pankarta “Duh li Şirnexê îro li Êlihê ji destdirêjî,  tecawiz û îstîsmarê re bêdeng nemîne” vekirin. Polîsan bi hêceta “bûyer ne li navenda Êlihê qewimiye, hûn bajêr nebaş dikin” destûr nedan pankartê.    Li ser vê yekê parlamenter Ûca pankartê li dora xwe pêça û wiha bertek nîşanî polîsan da: “Ez ê wek cilan li xwe bikim. Hûnê ji ser min jî derxin? Heke ku hûn li dijî tecawizê ne werin em bi hev re daxuyaniyê bidin.”    Heta ku daxuyanî bi dawî bû jî Ûca pankartê ji dora xwe nekir û bi pêçandina pankartê daxuyanî da.    HER TIŞT DI NAMEYÊ DE HATIYE VEGOTIN    Ûca da zanîn ku wan malbata Î.P. a duh li Qûbînê ji ber tecawizê çawişê pispor M.O. xwestiye întîhar bike ziyaret kirine û di nameya Î.P. nivîsandiye de her tişt eşkere vedibêje. Ûca destnîşan kir ku divê her kes li dijî vê bêehlaqiya karmend, leşker û polîsên dewletê deng derxe û nerazîbûnên xwe bîne ziman.