Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin 2020-07-17 16:18:37   AMED – Şaxa MMO ya Amedê ji bo rêvebera xwe ya girtî Arîn Zumrut û jinên tên girtin dest bi nobeta “edalet û azadiyê” ya 48 saetan kir.    Odeya Endezyarên Makîna (MMO) ya Şaxa Amedê li dijî girtina rêvebera xwe Arîn Zumrut û gelek jinên din ên di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê hatibûn girtin nobeta “edalet û azadiyê” ya 48 saetan da destpêkirin. Çalakî li avahiya MMO hat lidarxistin û rêveber û endamên odeyê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê MMO’yê Serdar Işik di nobetê de axivî û diyar kir ku di demên dawî de siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafên jinan tên binçavkirin û girtin û bang li her aliyê demokratîk kir ku li dijî binçavkirin û girtinan berpirsiyariya xwe bînin cih kir. Işik anî ziman ku mafê bingehîn ên welatî û siyasetmedar û aktîvîstan tê îlegalîzekirin. Işik bang li rayedaran kir ku hevala wan Arîn Zumrut û jinên girtî demildest werin berdan.