Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin 2020-07-17 16:09:18   WAN – Li Gola Wanê xebata dîtina cenazeyên penaberan didome û îro jî yek jê zarok 2 cenaze hatin dîtin.    Li Gola Wanê keştiyek penaberan noqî avê bûbû. Xebatên dîtina cenazeyên penaberan didome. Di lêgerîna li nêzî Grava Çarpanak bi kurahiya 106.5 metre di bin avê de yek jê zarok cenazeyê 2 kesan hat dîtin. Heta niha hejmara cenazeyên hatine dîtin gihîşt 42 kesan.