Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir 2020-07-17 16:05:21   MÊRDÎN – Qereqaola Cendirmeyan bang li cotkarên gundên navçeya Rişmilê kirin û piştî ew çûn qereqolê hatin desteserkirin. Komên DEDAŞ’ê jî li gundan trafoyên ceryanê ji şûna wan rakirin û dest danîn ser.    Li dijî qûtkirina ceryana gundên girêdayî navçeyên Dêrik, Qoser, Artûklû û Nisêbînê yên Mêrdînê bertek didomin. Şirketa ceryanê DEDAŞ’ê li navçeya Rişmil a Mêrdînê jî dest bi birîna ceryanê kir. Qereqola Cendermeyan a Rişmil serê sibê telefonî cotkarên li gundê Ovakoy û Kutuklu kir û got “werin îfadeya we heye.” Li ser vê yekê 20 cotkar çûn qereqolê û ew ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin. Di vê navberê de komên DEDAŞ’ê çûn gundan û ceryana welatiyan birîn û dest danîn ser trafoyên ceryanê.    Şêniyên gundan xwestin li dijî ekîbên DEDAŞ’ê bibin asteng lê cendirmeyan welatiyan asteng kir. Di navbera welatî û cendirmeyan de rageşî rû da û cendirmeyan heqaret li welatiyan kir û li wan dan.     Astengiya cendirmeyan li herêmê didome û DEDAŞ’ê bi dehan trafoyên ceryanê rakir û li gel xwe birin.